• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî Salvegera Damezrandina PSDK Pîroz Kir

Gulan Media August 9, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Salvegera Damezrandina PSDK Pîroz Kir
Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera damezrandina partiya sosiyal demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Sekreterê partiya han Muhemedî Hecî Mehmûd û tevahiya endam û alîgirên partiya han kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Sekreterê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê birayê birêz Muhemedî Hecî Mehmûd

Silav û rêz…

Bi minasebeta salvegera damezrandina partiya we ya têkoşer gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we, endamên mekteb siyasî, komîtey navendî û tevahiya endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim ku, xwedan Dîrokeke pirşêngdar ( baş) e di nava tevgera rizgarîxwaz a Gelê Kurd de.

Hêvî dikim ev bîranîna han bibe handerek bo pêşde birina xebat û têkoşîna xwe û bihêztir kirina peyvendiyên birayane yên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de û herwiha parastina yekrêziya Gelê Kurd ku, evro bûye weke pêdeviyeke sereke bo parastina destkeftên heyî û bidest xistina armancên Gelê me, her şad û serbilind bin.

Birayê we

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî
Top