• Sunday, 08 February 2026
logo

Îraq pêngav bi pêngav xwe ji rêkeftin û mekanîzma karê heveş dûr dike

Gulan Media August 9, 2012 Nûçe
Îraq pêngav bi pêngav xwe ji rêkeftin û mekanîzma karê heveş dûr dike
Civta wezîrên hikûmeta Kurdistanê, duhî roja çarşemiyê (08.08.2012) li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.

Di destpêka civînê de, wezareta pêşmergeyê Kurdistanê raporek li ser rewşa deverên nakokbar û hatina leşkerê Îraqê bo deverên kurdan, pêşkeşî beşdarên civînê kir. Wezareta pêşmerge di rapora xwe de bi belge îspat dike ku, hatina leşkerê Îraqê bo deverên kurdan û deverên nakokbar binpêkirina rêkeftinameya navbera herêma Kurdistan û hikûmeta Bexdayê ku, bi serperiştiya Amerîkayê di navbera her du aliyande hatibû îmzakirin, ye.

Di rapora wezareta pêşmergeyê Kurdistanê de diyar dike ku, hikûmeta Îraqê bi pilan û bername leşker dişîne deverên nakokbar û destûra Îraqê bin pê dike û bi vê teserifa xwe hikûmeta Îraqê arteşê têkelî nakokiyên siyasiyên navebra aliyên siyasiyên îraqî dike. Hikûmeta Îraqê pêngav bi pêngav xwe ji rêkeftin û mekanîzma karê heveş dûr dike.

Rewşa elektirîkê li herêma Kurdistanê û çewaniya baştirkirin û çareserkirina kêmasiyên karebê mijareke din a civîna civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê bû.
Pilana wezareta navxwe a ji bo agirvemrandinê, kontrolkirina cadeyan bi kamereyên çavdêriyê û kêmkirina binpêkirina trafîkê di civînê de hat minaqeşe kirin.
Top