Îraq pêngav bi pêngav xwe ji rêkeftin û mekanîzma karê heveş dûr dike
Di destpêka civînê de, wezareta pêşmergeyê Kurdistanê raporek li ser rewşa deverên nakokbar û hatina leşkerê Îraqê bo deverên kurdan, pêşkeşî beşdarên civînê kir. Wezareta pêşmerge di rapora xwe de bi belge îspat dike ku, hatina leşkerê Îraqê bo deverên kurdan û deverên nakokbar binpêkirina rêkeftinameya navbera herêma Kurdistan û hikûmeta Bexdayê ku, bi serperiştiya Amerîkayê di navbera her du aliyande hatibû îmzakirin, ye.
Di rapora wezareta pêşmergeyê Kurdistanê de diyar dike ku, hikûmeta Îraqê bi pilan û bername leşker dişîne deverên nakokbar û destûra Îraqê bin pê dike û bi vê teserifa xwe hikûmeta Îraqê arteşê têkelî nakokiyên siyasiyên navebra aliyên siyasiyên îraqî dike. Hikûmeta Îraqê pêngav bi pêngav xwe ji rêkeftin û mekanîzma karê heveş dûr dike.
Rewşa elektirîkê li herêma Kurdistanê û çewaniya baştirkirin û çareserkirina kêmasiyên karebê mijareke din a civîna civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê bû.
Pilana wezareta navxwe a ji bo agirvemrandinê, kontrolkirina cadeyan bi kamereyên çavdêriyê û kêmkirina binpêkirina trafîkê di civînê de hat minaqeşe kirin.
