• Sunday, 08 February 2026
logo

Mistefa: Vekirina ofîsa Yekêtiya Ewropayê li Kurdistanê pêngaveke giring e

Gulan Media August 9, 2012 Nûçe
Mistefa: Vekirina ofîsa Yekêtiya Ewropayê li Kurdistanê pêngaveke giring e
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Garet Ubrayîn mebusê Yekêtiya Ewropayê bo karûbarên Îraqê kir.

Di hevdîtinekê de ku, Karwan cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve jî amade bû, Felah Mistefa behsa kar û çalakiyên fermangeha têkeliyên derve bi giştî û sewyeya têkeliyên herêma Kurdistanê digel dewletyên cîhanê kir û got:

- Nuha hikûmeta herêma Kurdistanê bi fermê nûneratiya xwe li Yekêtiya ewropayê heye û ofîsa Yekêtiya Ewropayê jî li herêma Kurdistanê tê vekirin. Vekirina ofîsa Yekêtiya Ewropayê li herêma Kurdistanê pêngaveke giring e û dê ji bo zêdetir pêxistina peywendiyên navbera Kurdistan û Yekêtiya Ewropayê di hemû waran de, hokarekî bihêz be.

Mebûsê Yekêtiya Ewropayê bo karûbarên Îraqê di axavtina xwe de behsa xebat, çalakî û bernameyê xwe bo Îraqê kir û got:
- Hindek ji welatên Yekêtiya Ewropayê nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê heye. Têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên Yekêtiya Ewropayê di astekî baş de ne û em bi wan têkeliyên geş bînin in.

Felah Mistefa û mêvanê xwe behsa rêkeftinameya hevakarî û dostaniyê di navbera Îraq û Yekêtiya Ewropayê de ku, di meha gulana îsal de hatiye îmzakirin, kir û her du aliyan tekîd kir ku, ew rêketin dê rê li pêşiya berifrehbûna têkeliyan, bi taybetî têkeliyên di warê siyasî, aborî, enerjî, baştirkirina rewşa mafê mirovî û berhingarbûna terorê de, xweş bike.

Kirîza siyasiya Îraqê û rewşa Suriyeyê mijareke din a hevdîtinê bû, di vê çarçoveyê de, Mistefa tekîd li ser helwesta serokatiya siyasiya Kurdistanê kir ku, gelê surî biraya çarenivîsê xwe dide.
Top