• Sunday, 08 February 2026
logo

Ahmet Turk: Kurdistaneke Yekgirtî Mirina Kurdan e

Gulan Media August 8, 2012 Nûçe
Ahmet Turk: Kurdistaneke Yekgirtî Mirina Kurdan e
Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk, got Kurdistaneke yekgirtî mirina kurdan e û wiha got: “Em dixwazin kurd azad bibin. Sînorên di navbera kurdan de rabin. Bila cînarên Tirkiyeyê kurd bin.”

Li gorî nûçeya rojnameya Milliyetê ya îro, Ahmet Turk, derbarê pirsgirêka kurd de nêrîneke balkêş anî zimên. Turk, got wî çend roj berê negotiye ew Kurdistaneke yekgirtî dixwazin û wiha got: “kurdistaneke yekgirtî mirina kurdan e, xwekuştina kurdan e. Min xwest bêjim kurd divê li her çar perçeyan azad bin. Bila sînorên di nava kurdan de rabin. Weke Fransa, Îtalya û Almanyayê. Yanî bêyî ku kurd Kurdistaneke yekgirtî ava bikin jî dikarin azad bin.” Turk, ji bo dersa bijarte ya kurdî jî got “Dersa bijarte li kurdan heqaret e” û kurd 40 milyon in, divê bi zimanê kurdî perwerdehî bê dayîn.


Ahmet Turk, xwest Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bikeve dewrê û pirsgirêka kurd baş fêm bike.
Top