• Sunday, 08 February 2026
logo

Mazlumder: Bila PKK 3 leşkeran serbest berde

Gulan Media August 8, 2012 Nûçe
Mazlumder: Bila PKK 3 leşkeran serbest berde
Sekreterê Mazlumderê Nurettîn Bozkurt, banga serbestberdana 3 leşkeran li PKK’ê kir. Bozkurt, xwest PKK bi berdana van leşkeran alîkarî bide pêvajoya aştiyê.

Sekreterê Şaxa Mazlumdera Amedê Nurettîn Bozkurt, bi xizmên leşkerên ku sê roj berê li ser riya Amed-Çewlikê ji aliyê PKK’iyan ve hatin desteserkirin, civîneke çapameniyê pêk anî. Bozkurt, diyar kir PKK’ê bi vê çalakiya xwe azadiya ger û ewlehiya jiyana mirovan ji holê rakiriye. Bozkurt, bal kişand leşker, polîs, namzetê qaymeqam û Serokê AK Partiya Payîzavaya Wanê hêj serbest nehatine berdin û wiha got: “Digel ku ew nehatine berdan ên din jî hatin desteserkirin. Bi vê yekê re hejmara malbatên ku vê êşê dikişînin zêdetir bûn. Ev yek hêviyên me yên ji bo aştiyê kêm dike.”

Bozkurt, destnîşan kir ji ber şerê di navbera PKK û leşkeran de bi dehan ciwan jiyana xwe ji dest didin û li dewletê banga rawestandina operasyonan li PKK’ê jî banga rawestandina çalakiyan kir. Bozkurt, xwest dewlet bêyî ku li tevgera PKK’ê binêre, divê hemû mafên bingehîn ên kurdan nas bike û qanûnên pêwîst sererast bike. Bozkurt, careke din bang li PKK’ê kir û xwest 3 leşkerên ku desteser kiriye, serbest berde.

Rudaw
Top