Dewleta Yasa: Malikî demek nêzîk bi Barzanî re dicive
Parlemanterê dewleta yasa û endamê partiya De`we Ednan Miyahî bi daxuyaniyekê ji rojnameya El – Alem re got: “Tê çaverê kirin ku di demek nêzîk de Nurî Malikî Mesûd Barzanî bêne ba hev lê heya niha demê wê nehatiye aşkira kirin.” Miyahî tekez kir ku, “Hemû kes hewlên lihevhatinê û lihevtêgihêştinê dike.”
Parlemanter Ednan Miyahî berdewam kir û got: “Hemû kes banga hêminî û aramkirina rewşê dike û pabendbûn bi diyalogê û hemû kom bi vê yekê bawerin.”
Li ser damezrandina lijneya herêma Kurdistanê bo diyaloga bi hikûmeta federal a Êraqê re, Miyahî got: “Êdî navend tenê bi partiyekê re û du parrtiyan re an bi aliyekî belî re tevnagere, belku bi hêzên Kurdî bi giştî re eleqedar dibe. Ev yek jî gaveke erênî ye.”
Xendan
