• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlamentoya Tirkiyê civîna awarte pêk tîne

Gulan Media August 8, 2012 Nûçe
Parlamentoya Tirkiyê civîna awarte pêk tîne
Serokê Parlamentoya Tirkiyê Cemîl Çîçek, li ser pêşniyara CHP'ê, bang li komên partiyan kir ku di 14'ê tebaxa 2012'an saet 15.00'an de li Parlamentoyê bin û tevlî civîna awarte bibin.

Piştî pevçûnên li Colemêrgê ev du hefte ne didomin ketin rojeva Tirkiyê, CHP'ê banga kombûna awarte li Parlamentoya Tirkiyê kir. Serokê Parlamentoyê Cemîl Çîçek jî, pêşniyara kombûnê nirxand û banga civîna awarte li partiyên ku komên wan di Parlamentoyê de hene, kir. Di banga civînê de wiha hat gotin: “Li ser navê koma CHP'ê, cîgirên koma CHP'ê ku Parlamenterê Stenbolê Mehmet Akîf Hamzaçebî, Parlamentera Enqereyê Emîne Ulker Tarhan û Parlamenterê Yalovayê Muharrem Înce, bi sedema 'bûyerên terorê' û têkiliyên bi Sûriye û Iraqê re, hevdîtineke giştî pêk bê, pêşniyar kirin. Li gorî xala 93'yemîn û 7'emîn a Rêziknameya Parlamentoyê, banga civîna awarte li komên partiyan tê kirin. Civîn, roja 14'ê tebaxa 2012'an, sêşemê saet 15.00’an de dê pêk bê.”

Ger ku di civîna awarte ya Parlamentoyê di 14'ê tebaxê de hejmareke têr dernekeve, bêyî ku rûniştin destpê bike, dê Parlemento bêyî rûniştin dest pê bike, ji nû ve bikeve betlaneyê.

Rudaw
Top