• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî Salvegera Derçûna Rojnameya Meda Pîroz Kir

Gulan Media August 8, 2012 Nûçe
Serok Barzanî Salvegera Derçûna Rojnameya Meda Pîroz Kir
Evro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera derçûna Rojnameya Meda peyameke pîrozbayî pêşkêşî Edîtorê rojnameya han Fexrî Kerîm kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Birayê birêz Edîtorê Rojnameya Meda Fexrî Kerîm

Silav li we be

Di salvegera derçûna Rojnameya Meda de gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we û bi rêya we jî pêşkêşî tevahiya Rojnamewan û desteya Nivîskarên rojnameya han dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftina baştir bo we dixwazim hevdem hêvî dikim di karwana pîşeyiya xwe û parastina azadî, azadiya raman û parastina destkeftên heyî û demokrasî de jî berdewam bin û weke çapemeniyek ku, dengê rastgûyî hildabe ji bo Îraqê xebatên xwe bidomînin.

Rojnameya Meda piştî 9 salan ji derçûna xwe gelek pêşketiye û niha bûye weke meydaneke nîştimanî ya azad û destpak û cesûr û bûye weke tovek ji tovên çapemeniya demokrat û rastîn bo xizmet kirina rastî û parastina mafên welatiyan.

Gerimtirîn silavên xwe pêşkêşî tevahiya stafa rojnameya Elmeda û tevahiya wan kesan dikim û di pêşde birina rojnameya han de xwedan rolin û hêviya serkeftina zêdetir ji tevahiya we û rojnameya we re dixwazim.

Birayê we

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

7.8.2012
Top