Kurdên Sûriya dixwazin aleke xwe ya nû çê bikin
Peyvdarê desteyê Ehmed Silêman di daxuyaniyekê de daxwaz ji gelê kurd li Sûriya kir ku bi rêya emailê “desteyabilind.kurd@yahoo.com” re pêşniyazên xwe derbarê simbul û alan bişînin bo desteyê.
Silêman di daxuyaniya xwe wiha gotiye, “Rêkeftina ku navbera Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Spûriya pêk hat û her wiha avakirina Desteya Bilind a Kurdî berdewamiya xebata gelê kurd e li Rojavayê Kurdistanê.”
Silêmanê wiha pê de çû, “Ji ber ker her gelek simuleke wî heye û her navçeyek aleke wê heye, lewra qaremaniyên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê pêdivî bi simul û alekê heye.”
AKnews
