• Sunday, 08 February 2026
logo

Kurdên Sûriya dixwazin aleke xwe ya nû çê bikin

Gulan Media August 8, 2012 Nûçe
Kurdên Sûriya dixwazin aleke xwe ya nû çê bikin
Desteya Bilind a Kurdî bang li gelê kurd li Sûriya kir ku pêşniyazên xwe derbarê hilbijartina simbul û aleke nû ji bo kurdên Sûriya pêşkêş bikin.

Peyvdarê desteyê Ehmed Silêman di daxuyaniyekê de daxwaz ji gelê kurd li Sûriya kir ku bi rêya emailê “desteyabilind.kurd@yahoo.com” re pêşniyazên xwe derbarê simbul û alan bişînin bo desteyê.

Silêman di daxuyaniya xwe wiha gotiye, “Rêkeftina ku navbera Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Spûriya pêk hat û her wiha avakirina Desteya Bilind a Kurdî berdewamiya xebata gelê kurd e li Rojavayê Kurdistanê.”

Silêmanê wiha pê de çû, “Ji ber ker her gelek simuleke wî heye û her navçeyek aleke wê heye, lewra qaremaniyên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê pêdivî bi simul û alekê heye.”

AKnews
Top