• Sunday, 08 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê dîsa dest bi henardina petrola xwe kir

Gulan Media August 8, 2012 Nûçe
Herêma Kurdistanê dîsa dest bi henardina petrola xwe kir
Berpirsekî mezin di hikûmeta Herêma Kurdistanê de aşkere kir ku herêmê duhî car din dest bi henardina petrola xwe ya xav kir bi rêjeya 100 hezar bermîl di rojê de.

Ajansa Reutersê ji zarê wî berpirî wiha veguhastiye, “Wek me soz dabû, duhî saat 12:00 me dest bi henardina petrola xav kir.”

Wî berpirsî got jî, “Em ê petrola xwe ya xav bi rêya 100 hezar bermîl di rojê de di vê mehê de bidomînin, lê eger Bexda pereyên kompaniyên petrolê yên li herêmê kar dikin nede em ê car din henardina petrolê rawestînin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nîsana borî de ji ber wê pirsgirêkê henardina petrola xwe rawestandibû.

Berpirsekî di kompaniya petrola bakur a hikûmeta Iraqê de jî destpêkirina henardina petrola herêmê piştrast kir.

AKnews
Top