Herêma Kurdistanê dîsa dest bi henardina petrola xwe kir
Ajansa Reutersê ji zarê wî berpirî wiha veguhastiye, “Wek me soz dabû, duhî saat 12:00 me dest bi henardina petrola xav kir.”
Wî berpirsî got jî, “Em ê petrola xwe ya xav bi rêya 100 hezar bermîl di rojê de di vê mehê de bidomînin, lê eger Bexda pereyên kompaniyên petrolê yên li herêmê kar dikin nede em ê car din henardina petrolê rawestînin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nîsana borî de ji ber wê pirsgirêkê henardina petrola xwe rawestandibû.
Berpirsekî di kompaniya petrola bakur a hikûmeta Iraqê de jî destpêkirina henardina petrola herêmê piştrast kir.
AKnews
