Serokê hikûmetê digel sekreterê Partiya Sosiyaldemokrata Kurdistanê civiya
Serokwezîrê Kurdistanê û sekreterê Partiya Sosiyaldemokrata Kurdistanê, di civîna xwe de, encamên civîna duhî ya ku, ji bona avakirina civata bala a danûstanindinan bi hikûmeta Îraqê re li parlamentoya Kurdistanê pêkhatî û hemû aliyên siyasiyên kurdistanê tê de amade bibûn, nirxandin. Her du aliyan civîna duhî li parlamentoya Kurdistanê pêkhatî bi pênageveke erênî wesif kir û xebatên hikûmeya herêma Kurdistanê, kabîneya heftem, yên ji bona pêkanîna civata bala a danustandinan bi hikûmeta Îraqê re bilin nirxandin.
Di beşek din a civînê de her du aliyan behsa rastvekirina wan yasayan kir yên ku girêdayî meseleyêm netewî ne. Di vê çarçoveyê de serokê hikûmetê piştgiriya xwe, ji bo rastvekirina wan madeyên destûra Kurdistanê yên ku pêwîstî bi tewafiqa niştimanî heye, diyar kir.
Mihemedê Hacî Mehmud sekreterê Partiya Sosiyaldemokrata Kurdistanê, li hember wan xebatên serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona lihevnêzîkirina hemû aliyên siyasiyên kurdistanî li dor pirsên netewî û çarenivîssaz, sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir.
