• Sunday, 08 February 2026
logo

Bila Hikûmet bêje 'min riya leşkerî sekinand'

Gulan Media August 7, 2012 Nûçe
Bila Hikûmet bêje 'min riya leşkerî sekinand'
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş bang li Hikûmeta AKP'ê kir ku ew dem hatiye "Hikûmet bêje 'min rêya leşkerî rawestand'."
06 Tebax 2012 Duşem 21:41

Demîrtaş li avahiya BDP'ê ya Amedê der barê şerê ku ev 13 rojin Şemzînan dom dike de axivî. Demîrtaş da diyarkirin ku "Ji niha de ew dem hatiye Hikûmet derkeve û bêje 'min rêya leşkerî sekinand. Qîrênên dê û bavên leşkeran bilind dibe. Qîmetê tu zarokan ji yê AKP'ê ne kêmtire. Dengê malbatên leşkeran bi taybetî yên ku li wê Herêmê leşkeriyê dike bilind dibe. Em weke BDP'ê dixwazin biçin wê Herêmê. Lê, weke hûn dizanin ew herêm 'herêma operaasyona leşkerî' hatiye ragihandin û parlementerê min nikarin biçin wir. Gund hatine valekirin. 13 rojin leşker nikare derbas bibe wir, rastî ev e." Hêjayî gotinê ye, 13 rojin şerekî dijwar li devera Şemzînan didome û li gor çavkaniyên deverê zêdeyî 35 kîlo metirî û rêyên çûn û hatinê xistiye destê xwe gelek leşker hatine kuştin.

Avestakurd
Top