• Sunday, 08 February 2026
logo

Komîteyên Parastina Gel 40 serbazên Tirk girtin

Gulan Media August 7, 2012 Nûçe
Komîteyên Parastina Gel 40 serbazên Tirk girtin
Li gor ajansa Haber Turk, îro (06.08.2012. Yekşem) Komîteyên Parastina Gel li deverên Efrîn û Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê 40 serbazên Tirk yên bi qaçaxî derbaz nav axa Sûriyê bûne hatine girtin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku, peyvdarekî Komîteyên Parastina Gel ragihand ku, endamên wan 40 serbazên Tirk desteser kirine.

Her weha diyar kir ku, ew serbazên Tirk tawanbarin û hewla bi qaçaxbirina çekan bo opozisyona Sûriyê yên li nav axa Sûriye .

Ji aliyekî din ve, rojnameya Millyet ya Tirkî ragihand ku, wezareta derve ya Tirkiye red kir ku, serbazên Tirk derbazî nav axa Sûriyê bûne.

Xendan
Top