• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Zaxoyê ciwanekî Qur-an şewitand

Gulan Media August 7, 2012 Nûçe
Li Zaxoyê ciwanekî Qur-an şewitand
Berpirsekî polîsên qezaya Zaxoyê ji Rûdawê re ragihand ku ciwanê pêncşema borî 100 dane Qur-an li mizgefta Şehîd Salih şewitandî, 20 cizûyên Qur-anê ji ber dizane.

Li Zaxo 100 dane Qur-an ji aliyê ciwanekî ve hatin şewitandin. Berpirsekî polîsên Zaxoyê ji Rûdawê re got: “Wî ciwanî 20 cizûyên Qur-anê ji ber dizanî. ‘K.’ Berî niha alîgirê aliyekî Îslamî yê Kurdistanê bû, piştre tevlî Ensarulîslam bûye û piştre carekî din vegeriya nava wê hêza îslamî.

Lê endamê serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Nesredîn Seîd li Zaxoyê ji Rûdawê re got: “Ew ciwan girêdayî tevgerekî îslamiye û aliyê deshilatê jî piştgiriya wê tevgerê dike.

Li gor gotina çavkaniyeke polîsan, ‘K. B.’ xwendekarê zanîngehê ye, heta niha jî telefona wî nîne û çend hevalên wî yên kêm hene.

Rudaw
Top