YNK: Li Herêma Kurdistanê em dûyemîn in ne Goran
Damezirînerê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa şeva 01.08.2012an di hevpeyvînek ligel kanala KNN de got: “Ger em bi deng hesab bikin, piştî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku li Herêma Kurdistanê hêza yekemîne, hêza dûyemîn Goran e û hêza sêyemîn jî Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistan ê (YNK) ye.”
Berdevkê YNKê Azad Cundiyanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Kes pêşiya ti kesî nagire ku çawa behs bike, YNK û PDK ligel hevpeymanên din di hilbijartinê de hêza serkeftî ne.”
Tevî ku YNKê nexwest di vê derbarê de bi awayekî fermî bertekekê nîşan bide, lê endamê polîtburoya YNKê Aso Mamend ji Rûdawê re diyar kir ku rêzbendî nayê pejirandin û got: “Kî dibêje li Herêma Kurdistanê YNK partiya sêyemîn e? Noşîrvan dikare bêje em hêza dûyemîn in û YNK hêza sêyemîn e. Li pêşiya me hilbijartin hene û wê derbêxe hole ku kî hêza dûyemîn e. Bêguman em li Herêma Kurdistanê hêza dûyemîn in ne Goran.”
Endamê serkirdayetiya YNKê Arêz Ebdullah ji giringiya gotinên Noşîrvan Mistefa kêm dike û dibêje: “Gotinên kek Noşîrvan bandorê li YNKê nake. Ji ber eger bandora wê heban, dema ji YNKê cûda bûn, wê bandora wan heba û ji xwe gotinên baş ji me re nakin.”
Berpirsê peywendiyên Tevgera Goran ên ligel Bexdayê Azad Çalak piştgiriya gotinên Noşîrvan Mistefa kir û got: “Kek Noşîrvan dibêje, li gor dengan em li Herêma Kurdistanê partiya dûyemîn in.” Çalak anî ziman ku girseya herdu partiyên deshilatdar ber bi kêmbûnê ve diçe.
Endamekî din a serkirdayetiya YNKê Nermîn Osman dibêje: “Bila sebra me hebe, wê du rojên din hilbijartin bê kirin û wê derbikeve holê ku kî yekem û kî dûyemîn e.”
Bi baweriya Arêz Ebdullah ligel PDKê li ser hêza yekemîntiyê di nava reqabetê de ne û wiha got: “Li gor hilbijartinên Iraqê jî PDK yekemîn bû û YNKê di rêza duyemîn de deng bi dest xist. Niha ligel hemû pîvanan ger em ne yekemîn bin, sedî sed em dûyemîn in.”
Rudaw
