• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Sûriyê 130 kuştî û Heleb di nav şer de gevizî

Gulan Media August 6, 2012 Nûçe
Li Sûriyê 130 kuştî û Heleb di nav şer de gevizî
Tundûtûjî û kuştin li Sûriyê berdewam e û hejmara kuştiyên duhî 130 kes bûn, hevdem artêşa rejîmê li bajarê Helebê bi artêşa Azad re şerên tund dimeşîne.

Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyê belav kir ku duhî, 130 kesên din li çend navçeyên Sûriyê hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Şamê ne.

Li taxên Helebê şerên tund di navbera artêşa rejîmê û Artêşa Azad de rû dan û ta niha berdewam in, lewma artêş bi tev amûrên xwe nikariye heta niha ti encamekê li Helebê bi dest bixe, hevdem Artêşa Azad navçeyên nû bi dest dixe.

Çalak diyar dikin ku bombebaran bi ser bajarê Helebê de hîn ranewestiye û berdewam in, hevdem Artêşa Azad dibêje ku wan bêtirî nîvê bajêr xistiye destê xwe.

18 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 21 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews
Top