Barzanî daxwaza agirbestê li PKK û Tirkiyê kir
Berdevkê fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah di daxuyaniyek ku kopiyeke wê ji Rûdawê re jî hatiye şandin, êrişa gêrîlayên PKKê ya li Şemzînan şermezar dike.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de tê gotin ku şer û kuştin ti encamekê bi xwe re nayne û tenê pirsgirêkan aloz û kurtir dike.
Di dawiya daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de daxwaz ji herdû aliyan tê kirin ku ji bo pêşî li çareseriya aştiyane bê vekirin, divê agirbest bê ragihandin.
