PKK: Sûrprîzeke me heye
Nêzî du heftiyane şer û pevçûn li derdora bajarokê Şemzînan ê girêdayî bajarê Colemêrgê di navbera gêrîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de didomin. Duh jî di encama şer de 6 leşker û 2 cerdevan ji aliyê gêrîlayan ve hatin kuştin.
Berdevkê Peywendiyên Derve yê PKKê Ehmed Denîz ji Rûdawê re got: “Pêngava nû ya şer a li Zagrosê dest pê kirî, li ser bingehê enî girtin û mana li wan cihan e.” Denîz got: “Di çend rojên bê de suprîzeke me heye. Wê serhildanên gel dest pê bikin. Armanca me jî girtina çend navçeyane û wê gerîla jî li wan cihan bimînin.”
Rudaw
