• Sunday, 08 February 2026
logo

PKK: Sûrprîzeke me heye

Gulan Media August 6, 2012 Nûçe
PKK: Sûrprîzeke me heye
Berdevkê Peywendiyên Derve yê PKKê ji Rûdawê re diyar kir ku dest bi şerê enî girtinê kirine û 4 gundên li navçeya Şemzînan hatine valekirin.

Nêzî du heftiyane şer û pevçûn li derdora bajarokê Şemzînan ê girêdayî bajarê Colemêrgê di navbera gêrîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de didomin. Duh jî di encama şer de 6 leşker û 2 cerdevan ji aliyê gêrîlayan ve hatin kuştin.

Berdevkê Peywendiyên Derve yê PKKê Ehmed Denîz ji Rûdawê re got: “Pêngava nû ya şer a li Zagrosê dest pê kirî, li ser bingehê enî girtin û mana li wan cihan e.” Denîz got: “Di çend rojên bê de suprîzeke me heye. Wê serhildanên gel dest pê bikin. Armanca me jî girtina çend navçeyane û wê gerîla jî li wan cihan bimînin.”

Rudaw
Top