Serokê Wezîrên Suriya Ji Rejîma Beşar Esed Cuda Bû
Siteya Elheyat belav kir, ku serokê wezîrên Suriya Riyaz Hîcab dev ji karê xwe berdaye û ber bi welatê Urdunê ve çûye.
Jêderekî fermî jî li Urdunê ragihand, ku serokê wezîrên Suriya ji rejîma Beşar Esed cuda bûye.
Ajansên nûçeyan jî weha belav kirin, ku hêzên supayê Azad hevkariya Riyaz hîcab kirine, dema ku çûye Urdunê.
