Boriya neftê ya Cîhan-Kerkûk hatiye teqandin
Li gor ajansa Feratê ANF ya nûçeyan, şeva borî saet 22:30 de li navçeya di navbera Midyada bi ser Merdînê de û Îdilê ya bi ser Şirnexê de boriya neftê ya Cîhan-Kerkûkê ji aliyê HPGê ve hate teqandin.
Piştî teqînê agirekî mezin li cihê bûyerê vêket ku ji hemû daniştiyên navçeyê re diyar bû.
Hêjayî gotinê ye, boriya neftê ya Cîhan-Kerkûkê nefta Iraqê bi deryaya Sipî ya naverast ve girêdide.
AKnews
