• Sunday, 08 February 2026
logo

Boriya neftê ya Cîhan-Kerkûk hatiye teqandin

Gulan Media August 6, 2012 Nûçe
Boriya neftê ya Cîhan-Kerkûk hatiye teqandin
Şeva borî çekdarên Hêzên Parastina Gel (HPG) boriya neftê Cîhan-Kerkûk li navçeya di navbera Midyadê û Şirnexê de teqandin.

Li gor ajansa Feratê ANF ya nûçeyan, şeva borî saet 22:30 de li navçeya di navbera Midyada bi ser Merdînê de û Îdilê ya bi ser Şirnexê de boriya neftê ya Cîhan-Kerkûkê ji aliyê HPGê ve hate teqandin.

Piştî teqînê agirekî mezin li cihê bûyerê vêket ku ji hemû daniştiyên navçeyê re diyar bû.

Hêjayî gotinê ye, boriya neftê ya Cîhan-Kerkûkê nefta Iraqê bi deryaya Sipî ya naverast ve girêdide.

AKnews
Top