Erdogan: Emê wek Qendîl êrişî Sûriyê jî bikin
Serokwezîrê Tirkiyê, duh ji televîzyona bi navê A Haber ya wî welatî re axivî û behsa şerê navbera hêzên artêşê û gerîlayên PKK li devera Colemêrg û Şemzînanê kir û got, heta PKK dest ji çekan bernede ev şer dê bidome.
Recap Tayyip Erdogan, li bara nûçeyên ku dibêjin dewlet amara kuştiyên xwe nedişêre de got, tiştekî wiha tune, medya bi van gotinan zemîn bo propagandeya PKK amade dike.
Erdogan, îdia kir ku ji roja 23 Tîrmehê ve heta niha, di encama şerê Şemzînanê de, 115 gerîla hatine kuştin û tenê 2 esker hatiye kuştin.
Erdogan, li hember gotinên serokê DTK, Ehmed Turk, ku gotibû “kîjan kurd pişta AKP bigire, xayîn e” nerazîbûn nîşan da û wiha got, “Min digot qey Ehmed Turk aqil e.”
Serokwezîrê Tirkiyê, li bara nakokiyên li ser hilbijartinên serokatiya komarê ya Tirkiyê de li navbera wî û serokomarê niha de derketiye de got, dema wextê wê hat dê bi hev re rûnên û gotûbêj bikin.
AKnews
