• Sunday, 08 February 2026
logo

Hîn Jî Hêzên Îraqê Nehatine Wekêşandin

Gulan Media August 6, 2012 Nûçe
Hîn Jî Hêzên Îraqê Nehatine Wekêşandin
Piştî hatina Artêşa Îraqê bo Devera Zomarê û çê bûna alozî û nakokiyan, biryar hatibû dayîn daku, hêzên han ji Devera Zomarê werin wekêşandin lê heta niha ev hêzên han di cîha xwe dene.

Di vê derbarê de çavkaniyek ji lîwaya 8an ya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku, heta niha hêzên ser bi firqeya 10 a Artêşa Îraqê li derdorê Gundê Mehmûdiye hatine bicîhkirin û cîha xwe bernedane bi wateyeke din nehatine wekêşandin.
Top