• Monday, 09 February 2026
logo

Artêşa Azad: Emê Welatiyên Îranî Bikujin

Gulan Media August 6, 2012 Nûçe
Artêşa Azad: Emê Welatiyên Îranî Bikujin
Duhçalakvanên opozisyona Sûriyayê yên ser bi Artêşa azad ya vê welatî kaseteke vîdeoyî belav kirin û ragihandin ku, eger Îranê dawî bi destwerdaniya xwe ya di nava karûbarên Sûriyeyê de neyîne vê emê ev welatiyên Îranî yên ku, ji aliyê me ve hatine girtin bikujin.

Artêşa Sûriyaya azad eşkere kiriye ku, ev welatiyên Îranî yên ku, hijmara wan 48 kese duhê dema ku, dixwestin ber bi Şamê ve biçin tevî 8 Endamên Hêzbulahê hatine girtin û eger Îran dev ji direvan ber nede vê tevahiya wan bikujin.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, Wezîrê Derve yê Îranê daxwaz ji Tirkiye û Emaratê kiriye daku, bi mebesta azad kirina wan welatiyan hevkariya Îranê bikin.
Top