• Sunday, 08 February 2026
logo

Colemêrg: 6 Leşkerên Turk û 2 Cendirme û 11 Çekdarên PKK hatin Kujtin

Gulan Media August 5, 2012 Nûçe
Colemêrg: 6 Leşkerên Turk û 2 Cendirme û 11 Çekdarên PKK hatin Kujtin
Qayemqamê bajêrê Colemêrgê Orhan Alîmoglu ragihand, ku şeva derbasbûyî çekdarên PKK êrîşî ser baregehekî supayê Turkiye kirin û di encam de, 6 leşkerên Turk û 2 cendirme hatin kujtin û 15 leşker jî bi rîndar bûn. Li angora evê ragihandinê, 11 çekdarên PKK jî hatine kujtin.

Li angora pêzanînên PNA, ev maweyê 14 rojan in li Şemdînan, şerrr di navbera çekdarên PKK û supayê Turkiye de berdewam e û 10 hezar leşkerên Turkiye jî êrîşî ser evê deverê kirine.


Li angora nûçeyan, di evî şerrî de deyan leşkerên Turkiye hatine kujtin û çekdarên PKK jî kontrola evê deverê kirine.


Li angora nûçeyên rojnameyên Turkiye jî, heta niha deyan çekdarên PKK hatine kujtin.
Top