• Sunday, 08 February 2026
logo

Clinton serdana Tirkiyê dike

Gulan Media August 5, 2012 Nûçe
Clinton serdana Tirkiyê dike
Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton ji bo guftûgokirina Sûriyê serdana Tirkiyê dike.

Berdevka wezareta derve ya Amerîkayê Victoria Nuland di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku wê Hillary Clinton ji bo guftûgokirina mijara Sûriyê heftiya bê serdana Tirkiyê bike. Nuland got: “Wê Clinton di mijara Sûriyê de ji bo hevdîtinên dualî yên ligel hikûmeta Tirkiyê biçe wî welatî. Herwiha wê di hevdîtinan de mijarên din jî bên guftûgokirin.”

Hat ragihandin ku wê wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton 11ê Tebaxê li Stenbolê be.

Rudaw
Top