Clinton serdana Tirkiyê dike
Berdevka wezareta derve ya Amerîkayê Victoria Nuland di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku wê Hillary Clinton ji bo guftûgokirina mijara Sûriyê heftiya bê serdana Tirkiyê bike. Nuland got: “Wê Clinton di mijara Sûriyê de ji bo hevdîtinên dualî yên ligel hikûmeta Tirkiyê biçe wî welatî. Herwiha wê di hevdîtinan de mijarên din jî bên guftûgokirin.”
Hat ragihandin ku wê wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton 11ê Tebaxê li Stenbolê be.
Rudaw
