Sedir: Malikî ji min re bi xirabî behsa kurdan kir
Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê daxuyaniyek belav kir û wiha dinivîse: “Berî ez serdana Herêma Kurdistanê bikim, min ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî re got ku ezê biçim Hewlêrê. Lê bersiva wî bi piştgiriya fermandarê hêzên Qudsî yê Îranê Qasim Silêman bû û lewra daxwaz ji min kir ku wê geştê encam nedim.”
Sedir di berdewama daxuyaniya xwe ya li ser Facebookê de wiha dibêje: “Malikî ji min re got, çûyîna te ya bo Hewlêrê metirsîdar e û dibe ku di warê ewlekariyê de ne parastî be. Dibe ku bi vê geştê tu cihê xwe yê di nava kurdan de winda bikî, piştre jî bi awayekê ji min re behsa kurdan kir ku ez qet nikarim behs bikim.”
Mûqteda Sedir dibêje: “Bihaneyên Malikî tenê ji bo wê yekê ye ez ji sozên min li Hewlêrê dayî birayên xwe yên Kurd û Iraqiye poşman bibim.” Sedir di dawiya daxuyaniya xwe ya li ser Facebookê de wiha dibêje: “Ez niha jî li ser wê yekê berdewam im ku çi dema serokomar derbarê standina baweriya ji Malikî biryara rûniştina parlamentoyê da, bi Kurd û Iraqiye 124 deng bi dest xistin, wê demê Sedir wê hemû dengên xwe ji bo standina baweriya ji Malikî bide.”
Rudaw
