• Sunday, 08 February 2026
logo

Emerîka ji bo Sûriyê Tirkiyê hişiyar kir

Gulan Media August 4, 2012 Nûçe
Emerîka ji bo Sûriyê Tirkiyê hişiyar kir
Emerîka ji bo veguhestina leşker ji aliyê dewleta Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê û tevgera wê, dewleta Tirkiyê hişiyar kir.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Emerîka Patrick Ventrell di civîna rojane ya çapemeniyê de, der barê veghuestina leşker ji aliyê dewleta Tirkiyê ve ya li ser sînorê Sûriyê, axivî. Berdevk got ku "Em berjewendiyên dewleta Tirkiyê yê parastina ewlekariya wê fêm dikin. Lê em niha na hizrin ku zêde leşkerî rêya pêşdeçûnê ye."

Her weha got ew difikrin ku rewş ne zêde xwestina leşkerbûnê ye. Berdevk da diyarkirin ku niha hêzên muxalif baş pêşde diçin û wan tu dengên xurt ji bo mudaxeleyê nekiriye.

Avestakurd
Top