• Sunday, 08 February 2026
logo

48 Kesên Êranî li Şamê hatin revandin

Gulan Media August 4, 2012 Nûçe
48 Kesên Êranî li Şamê hatin revandin
Li gor ajansa Rueterê, ajansa nûçeyên Komara Îslamî ya Êranê ragihand ku, 48 kesên Êranî ku ji serdana mezara Şîeyan vedigeriyan, li bajarê Şamê hatin revandin.

Berpirsekî ku ne xwestiye navê xwe li balyozxaneya Êran li ya Şamê eşkere bike, diyar kir ku, grûpek çekdar 48 welatiyên Êranê li ser rêya firokxaneya Şamê revandine.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, balyozxane cihê kesên hatine revandin dizanin, lewra ew hewl dide ku wan kesan azad bike.

Ji aliyekî din ve televizyonek hikûmeta Sûriye ragihand ku, girûpek terorîst ew 48 kesên Êranî revandine.

Xendan
Top