• Monday, 09 February 2026
logo

Îranê fermana amadekariya şer da

Gulan Media August 4, 2012 Nûçe
Îranê fermana amadekariya şer da
Piştgirê rejîma Esed rejîma Îranê ferman da hemû hêzên xwe da ku ji bo şer xwe amade bikin.

Li gor rojnameya Daily Telegrap ya Îngîlîzî hêzên parêzvanên Şoreşa Îranê ketine nava tevgerê û li ser tank, Fûze, balefir û çekên din amadebûne ji şerekî re.

Li gor rojnameyê, rejîm ketiya nava tirsekê ku dibe ji nişka ve Emerîka û Îsraîl êrîş bikin. Ji aliyekî din ve, Serokdewletê rejîma Îranê Ahmedînejad berî roja Qûdisê daxuyaniyek da.

Ahemdînejad hişiyarî da dewleta Tirkiyê û çend welatên din û got "Ev 400 sal in bi awayekî erjneg dinya ji aliyê rêxistineke Siyonîstî ve tê birêvebirin û bandora Îsraîl li Tirkiyê, Behrên, Yemen û Lîbya û Sûriyê bûye." Her weha bang kir ku divê her kesê alîgirê azadî û dadiyê be 'tunekirina rejîma Siyonîst biparêze.'

Avestakurd
Top