• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezîrê çandiniyê serdana çend welatên ewropî dike

Gulan Media August 4, 2012 Nûçe
Wezîrê çandiniyê serdana çend welatên ewropî dike
Ofîsa ragehandinê ya wezareta çandinyê di daxuyaniyekê de eşkere ku, di heftiy dê wezîrê çandiniyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî fermî serdana hijmareke welatên ewropî bike.

Macîd Nuredîn berpirsê ofîsa ragehandina wezareta çandiniyê got ku, di heftiya bê de, Sîrwan Bababn wezîrê çandiniyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê bi fermî dê serdana Berîtaniya, Holenda û Îrlandayê bike digel berprisên wan welatan bicive.

di daxuyaniyê da tê gotin ku, wezîrê çandinêy dê di dema serdana xwe ya bo wan her sê welatên ewropî ku, dê 10 rojan dom bike, dê digel hevpîşeyên we yên wan welatan û senterên lêkolînên taybet bi ware îdarekirina avê de bicive li ser sudwergirtin ji çabkaniyên avê û çareserkirina pirsên çandiniyê û avê digel wan behis bike.

her di serdana xwe de Sîrwan Baban wezîrê çandiniyê dê serdnan hijmareke zanngehên wan her sê welatan jî bike.

Ofîsa ragehandinê a wezareta çandiniyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje ku, bi aramnca sudwergiritn ji şarezayî û tecrûbeya welatên ewropî, wezîrê çandinyê di serdana xwe de dê kompaniyên wan welatan yên çareza di ware avê û çandiniyê de dawetî Kurdistanê bikeû eger pêwîst jî bike dê pirotokolan bi wa re îmza bike.
Top