• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê PYD: Nakokiyên desteya bilind ya kurdî çareser bû

Gulan Media August 4, 2012 Nûçe
Serokê PYD: Nakokiyên desteya bilind ya kurdî çareser bû
Serokê partiya yekitiya demokratîk ya kurdî li Sûriyê (PYD) û endamê desteya bilind ya kurdên Sûriyê, Salih Muslim, diyar kir, nakokiyên wan digel endamên din yên desteyê ji ber civîna wan bi wezîrê derve yê Tirkiyê re çareser bû. Muslim, got, serokê ENS, Ebdulbasit Seyda muxatebê me nîne.

Salih Muslim, ji ANF’ê re axivî û got; “Me di civînê de li hev kir. Em dikarin bêjin pirsgirêk çaresr bû.”

Mulsim destnîşan kir ku ji ber ku beriya beşdarî hevdîtinê bibin, agahî nedane endamên din ên desteyê, ev yek jî tê wateya binpêkirina rêkeftina Hewlêrê û wiha got: “Me got heta pirsgirêk çareser nebe, em ê xebatên xwe yên bi hev re rawestînin. Pirsgirêk çareser bû.”

Mulsim destnîşan kir ku di helwesta beşdarbûna endamên Desteyê de tu pirsgirêke tune ye, heta endamên desteyê di hevdîtinê de pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê anîne bîra Davûtoglû. Muslîm bi bîr xist ku her 5 endam bê haya endamên din beşdarî hevdîtinê bûne û got; “Vê xeletiya xwe qebûl kirine.”

Muslîm diyar kir ku ew ê îro vegerin Qamişloyê û dê her şeş komîteyên girêdayî Desteyê dest bi xebatên xwe bikin û got; “Baweriya me ya bi yekitiyê temam e“.

Di 9-10’yê tîrmehê de, bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê MGRK û ENKS li Hewlêrê civiyan û biryara avakirina Desteya Bilind a Kurdan (DBK) dabûn. Piştî vê peymana ji 7 madeyan a ku di raya giştî de weke Peymana Hewlêrê ya tê zanîn, di 24’ê tîrmehê de Desteya Bilind a ji 10 kesan pêk tê li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin. Kurdan beriya vê li Kobanê, Efrîn, Dêrka Hemko û Amûdê rêveberiyan bi dest xistin û ev herêm ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve tên parastin.

Muslim bertek nîşanî daxuyaniyên serokê ENS’ê yên li Hewlêr kirin ku bi piştgiriya Qetar-Tirkiye û Erebîstana Siûdî yên ne ji rejima Esad û dewletên Rojavayî kêmtir ‘dijminên azadiyê ne’ da . Seyda bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê ya, “Piştî Esad kîjan hêz ger bixwaze tevlî pêvajoya siyasî bibe, pêwîste derxîne holê ku li dijî rejima Esade û bixwaze xirap bibe.” Got, “Ev dê PYD û dê hemû partiyên din bin.

Muslim bertek nîşanî daxuyaniya Seyda da û got, “Em ji kesekê fermana nagirin. Ne Seyda û ne jî ENS muxatabê me nînin.”

AKnews
Top