• Sunday, 08 February 2026
logo

Hurriyet Daily Mail: Barzanî Xwedan Eqleke Gelek Mezine

Gulan Media August 4, 2012 Nûçe
Hurriyet Daily Mail: Barzanî Xwedan Eqleke Gelek Mezine
Rojanameya Hurriyet Daily Mail raporek belav kiriye û tekez li ser mezinatiya hêzir û ramanên Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî kiriye.

Di vê raporta han de hatiye nivîsandin ku, yek ji destkeftên mezin yên Hikûmeta Tirkiyeyê peyvendiyên baş yên bi Hikûmeta Kurdistanê re ye, heta niha ti carek peyvendiyên navbera Tirkiye û Mesûd Barzanî di ti astekî de ewqas baş û bihêz nebûne.

Bi destpê kirina standina petrola Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Tirkiyeyê ve, her çend ku, Hikûmeta Bexdayê li dijî vê yekê jî bû, lê Tirkiye pişta xwe da bi Hikûmeta Kurdistanê û dest bi stendina petrola Kurdistanê kir û ji aliyeke din ve jî xestekeke gelek bihêz ya Tirkiyeyê bo bihêztir kirina peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re hebû û bi vê rengî jî dixwaze ku, li gel Kurdistanê weke Cîraneke xwe bibe xwedan peyvendiyên baş û bihêz.

Di derbarê rewşa Sûriyayê de jî dibe were gotin ku, Barzanî ji bo Sûriyayê xwedan xwestek û planên gelek girîng û erêniye û bêgoman Barzanî bi vê yekê tê nasîn ku, Siyasetmedarekî xwedan eqlê mezine û ev yek jî wisa li Tirkiyeyê kiriye daku, weke lîstokvanekî gelek bihêz ya Deverê li Kurdistanê binêre.

Kurdistantv
Top