• Sunday, 08 February 2026
logo

Enqere bersiva Bexdayê da

Gulan Media August 4, 2012 Nûçe
Enqere bersiva Bexdayê da
Enqereyê bersiva peyama Bexdayê da. Hikûmeta Îraqê li dijî serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê bo Kerkûkê nerazîbûna xwe destnîşankiribû û serdana Ahmet Davûtoglû şermezar kiribû.

Her weha Wezareta Karê Derve ya Îraqê ji Tirkiyê xwestibû Tirkiyê bilez daxuyaniyekê der barê vê serdana xwe de bike. Lê, Enqereyê bang li Balyozê Îraqê yê li Tirkiyê kir û got "Daxuyaniyên Îraqê der barê serdana Tirkiyê bo Kerkûkê nayê qebûl kirin." Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglû serdana Herêma Kurdistanê kiribû û paşê berê xwe dabû bajarê Kerkûkê.

Avestakurd
Top