• Sunday, 08 February 2026
logo

Edhem Barzanî: Kurd Ji Av Û Xwarinê Zêdetir Pêdivî Bi Yekîtî Heye

Gulan Media August 4, 2012 Nûçe
Edhem Barzanî: Kurd Ji Av Û Xwarinê Zêdetir Pêdivî Bi Yekîtî Heye
Siyasetmedarê navdar yê Kurd birêz Şêh Edhem Barzanî di derbarê rewşa Rojawayê Kurdistanê de peyamek pêşkêşî raya giştî ya Gelê Kurd kiriye û gotiye: Silavên gerim yên xwe pêşkêşî Rojawayê Kurdistanê dikim û pîrozbayiyên xwe jî pêşkêşî Kurdên Rojawayê dikim bi minasebeta rizgar kirina parçeyek ji Kurdistanê.

Şêx Edhem Barzanî di berdewamiya peyama xwe de gotiye: Birêzan em weke Gelê Kurd ji her demekî zêdetir pêdeviya me ji av û xwarinê zêdetir bi yekîtî heye û pêdeviya me bi hizreke netewî û Kurdistanî heye lewre pêwîste tevahiya me berejwendiyên netewî û nîştimanî bixin ser berejwendiyên takekesî, partiyan û berejwendiyên xwe yên taybetî jiber ku, Cîranên me heta niha ne xwestine Kurd serbikeve û niha jî fêde ji wan guhertinan bike û ji xwe re destkeftan bi dest bixe.

Şêx Edhem Barzanî di dawiya peyama xwe de rexne li çapemeniya Kurdî jî kiriye û gotiye: Pêwîste çapemeniya Kurdî di şûna êrîş kirine ser hevûdu û teşhîr kirina hevûdu, kar bo yekxistina hêz û îradeya Gelê Kurd bike.

Kurdistantv
Top