Tirkiye: Di 10 salan de 818 leşker hatin
Parlamenterê CHPê yê Aydinê Prof. Dr. Metin Lutfî Baydar ji serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan pirsî ku di tekoşîna li dijî PKKê de çend leşkerên Tirkiyê hatiye kuştin. Li cihê Erdogan, wezîrê parastinê Îsmet Yilmaz bersiv da.
Wezîr Yilmaz diyar kir ku di 10 hezar û 80 bûyerên derketine de, bi giştî di 2 hezar û 152 bûyeran de şer çênebûye. Yilmaz diyar kir ku di van bûyeran de teqandina mayînan, bikaranîna teqemeniyan, sabotaj, rê girtin û revandina mirovan çêbûne. Yilmaz anî ziman ku di encama şerê navbera artêşa Tirk û gêrîlayên PKKê de 268 leşker hatine kuştin û hezar û 33 leşker jî birîndar bûn.
Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Îsmet Yilmaz diyar kir ku di navbera 1ê çileya 2010 û 16ê temûza 2012an de 233 leşker hatine kuştin û 537 jî birîndar bûne. Di vê navberê de di encama teqîna mayîn û teqemeniyan de jî 55 leşker mirine û 197 jî birîndar bûne.
Rudaw
