• Sunday, 08 February 2026
logo

Omer Çelîk: Me fikarên xwe ji Barzanî re gotin

Gulan Media August 4, 2012 Nûçe
Omer Çelîk: Me fikarên xwe ji Barzanî re gotin
Alîkarê serokê giştî yê AKPê Omer Çelîk ku ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu hatibû Herêma Kurdistanê, derbarê serdana xwe de wiha got: “Me fikarên xwe yên derbarê çêkerek li bakurê Sûriyê (Werger: Rojavayê Kurdistanê) de ji Barzanî re gotin.”

Omer Çelîk bersiva pirsên televizyona Tirkiyê NTVê da. Çelîk derbarê serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha got: “Pirsa çûna milîtanên PKKê ya ji bakurê Iraqê (werger: Başûrê Kurdistanê). Berî niha hatibû gotin ku 800 leşkerên kurd ji artêşa Sûriyê cûda bûne. Wisa tê xuyakirin ku 800 kes wekî hêza PYD û PKKê dest bi xebatan kirine. Li Sûriyê mafê hemwelatîbûnê ji bo Kurdan nebû. Em ne li dijî wê yekê ne kurd li Sûriyê bibin xwediyê statuyekê. Tişta em li dijî afirandina rewşekî fîîlî ya PKK û PYDê ye. Me ligel Barzanî behsa van tiştan kir. Em destûr nadin li wê derê xebatên terorîstî bên kirin.”

Çelîk got: “Li bakurê Iraqê piştî rêveberî ket destê Barzanî de, qezenca netewî bû 10 qat. Aramiya Tirkiyê wekî dewlimendiya Bakurê Iraqê diçe. Hebûna PKKê gefê li Kurdên li wê derê dixwe. Li bakurê Iraqê statuyek derket û Barzanî jî serokê wê ye. Aramiya Tirkiyê aramiya bakurê Iraqê ye. Tirkiye ligel rêveberiya Iraq û bakurê Iraqê di nava hevkariyê de ye.”

Li gor rojnameya Sabah a Tirkiyê, wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu di hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê wiha gotiye: “Divê Encûmena Nîştîmanî ya Sûriyê (ENS) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hêza xwe bikin yek. Ji bîr nekin, Esed mafê wan binpê kiriye. Em ne li dijî kurdan li dijî terorê ne. Em destûrê nadin çêkerek ku PYD serkêşiya wê bike.”

Rudaw
Top