HKê daxwaz ji Bexdayê dike pereyên kompaniyên petrolê bide
Ev daxwaz piştî wê yekê hat ku hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar de dest bi henardina petrola xwe bike bo derve.
Peyvdarê HKê Muayed Teyib di daxuyaniyekê de ragihand ku biryara destpêkirina henardina petrola xwe bo derve wek biryareke “lojîk” pesin kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku li hember vê biryarê pereyên kompaniyên petrolê yên li herêmê kar dikin bide.
Teyib tekîd kir ku divê samanên siruştî û dahatên wan dûrî nakokiyên siyasî bine û wek guvaşeke ji bal ti alî ve dijî aliyê din neyê bikaranîn.
Teyib got jî, “Berî pesendkirina budceya giştî ya Iraqê, rêkeftnek hebû daku hikûmeta Iraqê pereyên wan kompaniyan bide û li hember de herêm her roj 175 hezar bermîl petrol henarde bike, niha jî herêm dibêje ew ê 200 hezar bermîlî henarde bike.”
AKnews
