Serokê PYD: Em karên xwe yên hevbeş bi ENKS re didin sekinandin
Serokê PYD, Salih Muslim, ji ANF re axivî û li hember civîna 2 Tebaxê ya navbera endamên ENKS û wezîrê derve yê Tirkiyê li Hewlêrê nerazîbûn nîşan da û got, haya me ji vê civînê tune bû, ji ber wê jî heta ku rewş neyê ronîkirin, emê karên xwe yên hevbeş bidin sekinandin.
Ji aliyekî din, endamê desteya bilind ya kurdên Sûriyê, Aldar Xelîl, ji ajansa Dîcle re got, piştî civîna Hewlêrê, me bi hevalên xwe yên ENKS re hevdîtin kir û me ji wan re got, civînek wiha li dijî rêkeftina Hewlêrê ye, wan jî qebûl kirin ku karekî xelet kirine lê ji ber ku hêceta wan bo civînê neket serê me, me biryar da beşdarî civînên wan nebin.
Tê zanîn, wezîrê derve yê Tirkiyê, roja çareşema borî serdana Hewlêrê kiribû û piştî hevdîtina digel serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, bi endamên ENKS û serokê ENS, Ebdulbasit Seyda re civiyabû.
AKnews
