• Sunday, 08 February 2026
logo

Gazprom dê li Herêma Kurdistanê kar bike

Gulan Media August 4, 2012 Nûçe
Gazprom dê li Herêma Kurdistanê kar bike
Kompaniya Gazprom a navdar a Rûsiya dê li 2 navçeyên Herêma Kurdistanê kar bike.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Gazprom dê 40% ji navçeya Imtyaz li devera Germiyanê û 80% ji navçeya Şakal li heman deverê bibe.

Gazmrom dibêje ku yedekê petrolê li her du navçeyan nêzîkî 3.6 milyar bermîl e.

Kompaniya Gazprom di projeyeke din li Iraqê li nêzîk sinorê Îranê kar dike ku pêşbînî dike di sala 2013an de her roj nêzîkî 15 hezar bermîl petrol berhem bîne.

AKnews
Top