• Sunday, 08 February 2026
logo

Îraqiye: Malikî Hewl Bo Aloz Kirina Rewşa Niha Dide

Gulan Media August 3, 2012 Nûçe
Îraqiye: Malikî Hewl Bo Aloz Kirina Rewşa Niha Dide
Piştî civîna Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî ya bi Serokên aliyên siyasî yên Îraqê re û tekez kirin li ser amadekirina Artêşa Îraqê û şandina beşek ji Artêşê bo Deverên weqetandî, lîsteya Îraqiye ya bi Serokatiya Eyad Elawî ragihand ku, armanca Malikî ji hewldanên han aloztir kirina rewşa heyî ya Îraqê ye.

Di vê derbarê de endamê lîsteya Îraqiye Telal Zobeyî ragihand ku, Malikî hewl bo vê yekê dide daku, kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi mebesta berevajî kirina meseleyên din bikar bîne.

Çavkanî herwiha diyar kir ku, Malikî û hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê jî hewl didin bi hencetên curbicur di nava ragihandinê de propagende bo Malikî bikin û nav hatî weke kesekî nîştimanperwer nîşan bidin.

Kurdistantv
Top