• Sunday, 08 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî Cejna Kurdên Îzdî Pîroz Kir

Gulan Media August 3, 2012 Nûçe
Mesrûr Barzanî Cejna Kurdên Îzdî Pîroz Kir
Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina Cejna Çileya Hawînê ya xweşik û birayên Îzdî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serok û Endamên civata Ruhaniya Îzdiyan û tevahiya xweşik û birayên Îzdî kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Birêzan Serok û Endamên civata Ruhaniya Îzdiyan silavên gerim li we bin, bi minasebeta hatina Cejina Çileya Hawînê pîrozbayiyên herî gerim bi germahiya Çileya Hawîna Kurdistanê pêşkêşî Gelê Kurd bi giştî û xweşik û birayên Îzdî bi taybetî dikim û daxwaz ji xwedê mezin dikim ku, ev Cejin û tevahiya rojan bi xêr û xweşî bo Gelê me derbas bibin.

Kurdên Îzdî di nava Dîrokê de ji bo dost û neyarên Gelê Kurd ev yek îsbat kirine ku, birastî hilgirên bîr û baweriyên resen yên Kurdatîne û her çend jî zext û siyasetên biereb kirinê li dijî wan hatine bikaranîn lê nikarîne ku, bi ti awayî peyvendiyên wan yên netewî û resenatî bixe bin bandora xwe lê berevajî rojbiroj hest û dilsoziya Kurdên Îzdî bo ax û neteweya xwe bihêztir kir û bi vê rengî jî tevahiya planên neyaran pûç kirin.

Careke din Cejna Çileya Hawînê li tevahiya we pîroz dikim û hêvî dikim bi kêfxweşî di bin siya Kurdistana azad û biewle de merasimên xwe organîze bikin.

Xwedê mezin Gelê Kurdistanê ji her nexweşiyekî biparêze û tevahiya rojên we Cejin û xweşî û şadî bin.

Birayê we

Mesrûr Barzanî
Top