YPGê rojnamevanên Tirk berdan
YPGê herdu rojnamevanên Tirkiyê radestî Artêşa Azad a Sûriyê kirin û ji wir jî derbasî bajarê Hatayê hatin kirin.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim ku niha li Hewlêrê ye derbarê girtina rojnamevanên Tirk de ji Rûdawê re wiha gotibû: “Li Efrînê du rojnamevanên Tirk hatine girtin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di dema pirsyarkirinê de ew rojnamevan girtine. Gelek kes bi navê rojnamevaniyê tên, karê sîxûriyê dikin û tevlîheviyan dirûst dikin. Ev yek heta niha ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
Rudaw
