• Sunday, 08 February 2026
logo

‘Seyda: Kurdên Sûriyê jî dê tevlî ENS bibin’

Gulan Media August 2, 2012 Nûçe
‘Seyda: Kurdên Sûriyê jî dê tevlî ENS bibin’
Serokê encumena niştimanî ya Sûriyê (ENS), Ebdulbasit Seyda, diyar kir, serdana wî bo Hewlêrê bo gotûbêj digel kurdên Sûriyê bûye û got, hewl tê dayîn ku kurd jî bên nav encumena niştimanî ya Sûriyê.

Seyda, diyar kir, mebesta wî ji serdana Hewlêrê, hevdîtin digel desteya encumena kurdên Sûriyê bû, ji ber ku ENS dixaze hemû hêzên opozîsyona Sûriyê di bin banê wê de kom bibin.

Li gorî nûçeye rojnameya “Weten” ya Erebistanê, Ebdulbasit Seyda, got, di civîna ku li Hewlêrê bi serokatiya serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ha sazkirin, em li ser wê rê ketin ku encumena kurdên Sûriyê jî tevlî encumena niştimanî ya Sûriyê bibin.

Li bara hevdîtinên bi meclisa gel ya ser bi partiya PYD, ku tê îdiakirin nêzîkî PKK ye, Seyda got, emê hewl bidin arîşe û alozî çênebe.

AKnews
Top