‘Seyda: Kurdên Sûriyê jî dê tevlî ENS bibin’
Seyda, diyar kir, mebesta wî ji serdana Hewlêrê, hevdîtin digel desteya encumena kurdên Sûriyê bû, ji ber ku ENS dixaze hemû hêzên opozîsyona Sûriyê di bin banê wê de kom bibin.
Li gorî nûçeye rojnameya “Weten” ya Erebistanê, Ebdulbasit Seyda, got, di civîna ku li Hewlêrê bi serokatiya serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ha sazkirin, em li ser wê rê ketin ku encumena kurdên Sûriyê jî tevlî encumena niştimanî ya Sûriyê bibin.
Li bara hevdîtinên bi meclisa gel ya ser bi partiya PYD, ku tê îdiakirin nêzîkî PKK ye, Seyda got, emê hewl bidin arîşe û alozî çênebe.
AKnews
